HEQARETA RAHMÎ KOÇ GELEK BERTEK LI PEY XWE ANÎN
Piştî ku karsazê Tirk Rahmî Koç di dema vekirina nexweşxaneyekê de li Îzmîrê henekeke nijadperest a eşkere li ser jina Kurd kir, lêpirsînek li dijî wî hate destpêkirin.
Dozgeriya Îzmîrê bi fermî lêpirsînek li dijî Rahmî Koç ji ber henekeke wî ya li vekirina nexweşxaneyeke Amerîkî li navçeya Balçova yê Îzmîrê da destpêkirin.
Gotina Rehmî Koç a li ser henekeke nijadperest û cinsî li ser "jineke nexweş a Kurd" ji gelek beşên civakê, bi taybetî ji Kurdan re, bertekên berfireh derxist holê.
Dîmenên bûyerê nîşan didin ku kesên li dora Koça 95 salî, di nav de Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim jî, hemî bi henekeke wê ya seksî ya dijî-nijadperest dikenin.
Piştî ku dîmen li ser platformên X û Instagramê hate weşandin, li ser torên civakî hasgtaga “RahmîKoçlêborînêbixwaze” hat vekirin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê DEM Partiyê ve li ser hesabê xwe yê X hatiye belavkirin, partîyê got: Daxuyaniya li ser bingeha zayendî ku di dema vekirina nexweşxaneyekê li Îzmîrê de hatiye dayîn encama siyasetê ye. Em ê tu carî nehêlin ku nijadperestî û dijî-jinperestî bi navê henekê were rewakirin.
Di vê navberê de, berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di peyamekê de got: Em her daxuyaniyek heqaretê li dijî jinan şermezar dikin. Divê em ji daxuyaniyên wisa yên xelet dûr bisekinin. Girêdana peyva 'jinên Kurd' bi daxuyaniyek heqaretê re li dijî nirxên me ye û pir xelet û kirêt e.
Dozgeriya Îzmîrê di daxuyaniyekê de got ku Dozgeriya Îzmîrê li gorî madeya 216an a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê derbarê îfadeyên ku ji aliyê karsazekî ve di vîdyoya 'Heqaretên vekirî li ser beşek ji gel li ser bingeha cudahiyên di çîna civakî, nijad, ol, mezheb, zayend an herêmê de' hatine bikar anîn de giliyê sûc kiriye û bi fermî lêpirsînek piralî daye destpêkirin."
Wezîrê Dadê Akin Gürlek got ku ew ji bûyerê haydar e. "Jin û welatiyên xwedî nasnameyeke etnîkî ya diyarkirî ji aliyê karsazekî ve hatine hedefgirtin. Dozgeriya Îzmîrê bi fermî lêpirsînek li ser van îdiayan daye destpêkirin. Bikaranîna van îfade û hevokan di bin navê henekê de, bêrêziya ku li hember jinan û beşek diyarkirî ya civakê hatiye nîşandan kêm nake.”
Her wiha 16 Baroyên Bakurê Kurdistanê, Baroyên Wan, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim daxuyaniyeke hevpar belav kir û tê de giliyê Rahmî Koç û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim kir.
Koç Holdingê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya Rahmî Koç parve kir.
Rahmî Koç di daxuyaniya xwe de got:
Ez ji bo gotinên xwe yên ku ne niyeta min bû nasnameyekê bikim armanc, ji dil lêborînê dixwazim.
Ez dixwazim xemgîniya xwe jidil parve bikim."
Li gorî hejmarên fermî yên dawî, Rahmi Koç, 95 salî, 15emîn mirovê herî dewlemend ê Tirkiyeyê ye ku serweta wî nêzîkî 3 milyar dolar e.
2 DEMJIMÊR BERÊ