SIYAMEND EFRÎN SERDANA SERÊKANIYÊ KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Siyamend Efîn û Merwan Elî serdana bajarê Serêkaniyê kirin û bi rêveberiya Ewlekariya Herêmê re civiyan.

Alîkarê rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Sûriyeyê yê Hesekê Merwan Elî serdana Bajarê Serêkaniyê kirin û bi rêveberiya Ewlekariya herêmê re civînek pêk anîn.

Şandeya Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê ev cara yekem e ku serdana navenda bajar û stasyona avê ya Elokê dikin û li gel rêveber û berpirsên herêmê re civînên fermî pêk tînin. 

Di civînê de hejmarek dosyayên girîng ên derbarê xizmetguzarî û ewlekariya herêmê de nîqaş kirin.

Di civînê de mekanîzmayên ji bo bilezkirina karê paqijkirina mayinan û bermahiyên şer bi armanca ewlekariya deverên niştecîh û çandinyê û afirandina şert û mercên guncaw ji bo vegera bi ewle ya penaberan gotûbêj kirin. 

Li gorî agahiyan di civînê de dosyaya stasyona avê ya Elokê jî hate vekirin ku tê de pirsgirêkên têkildarî stasyonê û girîngiya dîtina çareseriyên guncaw jê re hatin gotûbêjkirin.

Siyamend Efrîn û Merwan Elî paşê jî serdana stasyona Elokê kirin û rewşa dawî ji nêz ve şopandin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ