YEDIOTH AHRONOTH: BEŞAR ESED Û MALBATA XWE, JIYANEKE XWEŞ LI MOSKOYÊ DIJÎN
Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth ragihand ku Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed niha bi malbata xwe re li paytexta Rûsyayê, Moskoyê, di bin çavê ewlehiyeke tund de dijî, lê jiyaneke xweş dijî û ew jî kêfxweş e.
Beşar Esed li ser pere û samanên mezin ên ku di salên desthilatdariya wî de ji Rûsyayê re hatine veguhastin, xwe dide fînansekirin.
Li gorî çavkaniyên rojnameyê, Esed li Moskoyê li vîllayeke xweş li navçeya Rublyovkayê li rojavayê bajêr dijî û Serokê berê yê Ukraynayê Viktor Yanukovych cîranê wî ye.
Raportê destnîşan kir ku Esed ji hundirê mala xwe dernekeve, her tenê ye û xwe diparêze. Ji dema çûye Rûsyayê, li ti cihekî giştî xuya nebûye, ku ev yek bi qedexekirina Kremlinê ya li ser dayîna daxuyaniyên siyasî yan medyayê re hevdem e.
Esed rojane bi lîstina lîstikên vîdyoyê mijûl e û hewl dide ku fêrî Rûsî bibe û pirtûkên pizişkî yên pispor di oftalmolojiyê de dixwîne.
Berevajî wî, malbata wî azad tev digerin û xweşiya xwe dibînin. Jina wî Esma û her sê zarokên wî, diçin mall û firoşgehên herî xweş û biha li Moskoyê û ji xwe re digerin û tiştan dikirin, her wiha, dema behinvedana xwe ya havînê çûne Îmaratê.
Rojnameyê eşkere kir ku malbata Esed dixwest ku bi awayekî herdemî li paytexta Îmaratê, Ebû Debî bi cih û niştecih bibe, lê belê, rayedarên ewlehiyê yên Îmaratê ev daxwaz pesend nekirin û gotin ku hebûna wan li Îmaratê dikare wan bike armancên rasterast û gefê li jiyana wan bixwe.
2 DEMJIMÊR BERÊ