QUBAD TALEBANÎ ÇEND PEYAMAN ARASTEYÎ PDK'YÊ DIKE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Cihgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, roja Şemiyê piştrast kir ku avakirina hikûmeta nû ya herêmî bêyî beşdarbûn û hevpariya rastîn a di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de bi ser nakeve.

Talebanî di civîneke çapemeniyê de li Foruma Navneteweyî ya Dêlfî ya li Silêmaniyê axivî û diyar kir ku YNK dixwaze hikûmet di demeke zû de were avakirin û tekez kir ku PDK nikare bêyî YNKyê hikûmetekê ava bike û tersî wê jî wiha ye.

Wî hêviya xwe anî ziman ku PDK amadebûna YNKyê ji bo gihana rêkeftinekê li ser bingeha hevpariya rastîn û berpirsiyariyên hevbeş nas kiriye. Wî destnîşan kir ku her du aliyan di danûstandinan de pêşketineke giring bi dest xistine û diyalogên berfireh kirine, nêrîneke hevpar pêş xistine. Wî hêviya xwe anî zimên ku ev nêrîn dev jê neyê berandin, ji ber ku têkçûna avakirina hikûmetê dê bandorên neyînî li ser herêmê bike.

Wî zêde kir, "Ji ber vê yekê, ez bang li Birêz Mesûd Barzanî û serokatiya PDKyê dikim. Her çend dibe ku li ser gelek mijaran nakokiyên siyasî yan jî nakokiyên me hebin jî, ev normal e, lê divê civîn û diyalogên me berdewam bikin."

Wî her wiha destnîşan kir ku rêyeke pir hêsan heye ku hikûmetek were avakirin ku ne hewceyî hilbijartin an navbeynkariyê ye, lê belê hejmarek civînan ji bo çareserkirina xalên nakok ên mayî.

Der barê têkiliya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Talebanî got ku niha YNK xwedî siyasetek, nêrîn û peyamek yekgirtî ye, lê dihese ku di nav PDKyê de ramanên hene.

Pê de çû û got: "Tiştek ku ez tekez dizanim ev e ku Birêz Mesûd Barzanî xwedî ezmûn û pisporiya siyasî di birêveberî û xebata siyasî de ye ku ji her kesî derbas dibe. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku ew ji her kesî çêtir fêm dike ku birêveberiya serkeftî ya Herêma Kurdistanê, berî her tiştî, pêwistiya wê bi têgihîştin û çalakiya hevbeş di navbera YNKyê û PDK de heye, di heman demê de ji bo hêzên din ên siyasî jî derfetan peyda dike."

Wî amaje kir ku gavên ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge baş bi pêş ve çûye û pêvajoya ji nû ve avakirina van hêzan jî bi piştgirî û hevrêziya Amerîka, Hollanda, Almanya, Fransa û çend welatên din gavên berbiçav avêtine.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ