DÊLFÎ DI ROJA XWE YA DUYEM DE DEWAM DIKE
Roja duyem a Foruma Navneteweyî ya Dêlfî li Silêmaniyê berdewam dike, ku tê de heft panelên cûda li ser mijarên stratejîk ên ewlehî, enerjî û aboriyê dê werin pêşkêşkirin.
Di roja duyem a Fourmê de, axaftina sereke dê ji hêla Qubad Talebanî, Cihgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve were kirin. Bêgerd Talebanî, Wezîra Çandiniyê, Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Komîteya Veberhênanê; Amanc Rehîm, Sekreterê Encûmena Wezîran, tevî hejmarek ji mêvanên navneteweyî û konsulan dê beşdarî danûstandinan bibin. Armanca sereke ya van civînan nîqaşkirina derfetên veberhênan û pêşketina herêmî ye.
Ji bo îro heft panelên cûda hatine birêxistinkirin, ku hejmarek mijarên hestyar vedihewînin, di nav de: ewlehiya enerjî û xwarinê, ewlehiya herêma Kendavê, rola Iraq û Kurdistanê di nav hêzan de û wekheviya zayendî. Panel dê her wiha li ser nûjeniyê, birêveberiya bajaran û nirxandina "Pêvajoya Aştiyê" li Tirkiyeyê û bandorên wê li ser aramiya paşerojê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bisekinin.
Foruma Aborî ya Dêlfî xwedî dîrokeke 10 salî ye û navenda wê li Dêlfî, Yewnanistanê ye. Konferansa stratejîk dê li bajarên giring ên wekî Washington, Berlîn û Parîsê were lidarxistin. Silêmanî niha bûye yek ji wan bajaran ku biryar e mazûvaniya foruma navneteweyî ya salane bike da ku li ser aboriya cîhanî nîqaş bike û têkiliyan bi pêş bixe.
2 DEMJIMÊR BERÊ