LI AMERÎKAYÊ DI ÊRIŞEKE ÇEKDARÎ DE 12 KES BIRÎNDAR BÛN
Di gulebaranê de li nêzîkî festîvalekê li Ohioyê herî kêm 12 kes birîndar bûn û polîsan gotin ku ta niha ti gumanbar nehatine girtin.
Polîsan gotin ku lêgerîna gumanbaran piştî gulebaranê berdewam dike, ku ev yek bû sedema ku girse ji bo veşartinê birevin dema ku yên din jî bezîn alîkariya qurbaniyan bikin.
Cihgirê Serokê Polîsên Toledoyê Joe Heffernan got: "Çend saet piştî bûyerê ti gumanbar nehatine girtin û rayedaran ji beşdarên festîvalê xwest ku wêne an vîdyoyên li ser telefonên xwe wekî delîlên potansiyel pêşkêş bikin."
Guleberdan li nêzîkî Festîvala Old West End, ku kombûneke salane ya muzîka zindî û gerên malan e, rûda.
Heffernan amaje pê kir ku xuya ye herî kêm du kesan gule reşandine û "bi egereke mezin gule li hev direşandin."
Temenê qurbaniyan di navbera 14 û 61 salî de bû, û Heffernan got ku rewşa du ji wan di krîtîk de bû.
Parêzgarê Ohioyê Mike De Wine di daxuyaniyekê de got: "Ez ji rewşa îşev li Toledoyê pir dilniya me. Festîvalên havînê divê ji bo malbatan cihên ewle bin ku bêyî tirsa tundûtûjiyê dem bi hev re derbas bikin."
Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin nîşan didin ku mirov di nav dengên çekan de direvin û karmendên Alîkariya Lezgîn; alîkariya kesên din ên ku xuya dikirin birîndar bûne dikin.
Seroka agirkujiya Allison Armstrong got: "Gihana nexweşxaneyê ji ber qerebalixiya trafîkê ya ji ber derketina mirovên ji festîvalê çêbûye dijwar e, lê tîmên hawarçûnê di nav saetekê de karibûn hemî nexweşan ji cihê bûyerê veguhezînin.
Festîvala Old West End şahiyeke durojî ye li navçeya dîrokî ya Toledo, ku muzîka zindî, firoşkarên xwarinê, gerên malan û kirîn tê de hene. Perry wê wekî "destpêka werzê festîvala havînê ya Toledo" bi nav kir.
Çek li Amerîkayê belav bûne û her sal bi hezaran kes ji ber birînên çekan li seranserê wê tê kuştin.
3 DEMJIMÊR BERÊ