PARÊZGARÊ HESEKÊ ÇÛ REQAYÊ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan Elî û Cihgirê wî Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) ji bo mijara vegera koçberên Kurd; serdana Parêzgeha Reqayê kirin.

Parêzgar, Fermandarê Ewlekariya Hundirîn Merwan Elî û Mehmûd Xelîl, tevî hejmarekê ji rûspiyên Kurdan ên ji Reqayê, îro çûn Reqayê.

Li gorî zanyariyan, serdan bi armanca nîqaşkirina rewşa giştî ya Kurdên li Reqayê, rêbazên xurtkirina ewlehiya herêmê û peydakirina mercên guncaw ji bo vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd ên koçber ji Reqayê pêk hat.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ