MALBATÊN DÎLGIRTIYAN LI KOBANIYÊ XWEPÊŞANDAN KIR

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Malbatên dîlan ên Kobaniyê bihistibûn ku dê îro parêzgerê Helebê bihata serdana Kobaniyê, xwe li gor wê amade kirin û çûn pêş deriyê avahiya Birêveberiya Kobaniyê.

Malbatên dîlgirtiyên li Kobaniyê jî çûn ber deriyê navenda Rêveberiya Herêma Kobaniyê, xwepêşandan kirin û daxwaza dîtina Parêzgar kirin ku çarenûsa zarokên wan zelal bike.

Cihgirê Parêzgerê Helebê bi malbatên dîlgirtiyên Kobaniyê re axivî û soza berdana hemû dîlgirtiyan da.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ