PARÊZGARÊ HELEBÊ LI KOBANIYÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb tevî şandeyeke Hikûmî di çarçoveya serdaneke fermî de giha bajarê Kobaniyê. Parêzgar bi berpirsên xwecihî, endanên Encûmena Gel ên Kobaniyê, rûspî û şêniyan re civiya.

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb tevî şandeyeke Hikûmî di çarçoveya serdaneke fermî de giha bajarê Kobaniyê. Armanc ji serdana şopandina rewşa herêmî û xebata saziyan di çarçoveya entegrasyonê de ye.

Şande ku ji aliyê birêveberên Kobaniyê ve hat pêşwazîkirin, paşê jî dê serdana avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Birêveberê herêma Kobaniyê bike û bi wan re bicive. 

Di hevdîtinan de dê rewşa herêmê û astengiyên li pêş entegrasyonê werin nîqaşkirin. Dawiyê jî dê serdana Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bike.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ