HAKAN FÎDAN Û ERAQÇÎ BI TELEFONÊ AXIVÎN
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Îranê Ebas Eraqçî re li ser aloziyên dawî axivî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Îranê Êbas Eraqçî re bi rêya telefonê axivî.
Di vê telefonê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û rewşa heyî ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de hatin nîqaşkirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANKAyê, ku ji rayedarekî Wezareta Derve vedigere, ev axaftin duh pêk hatiye.
Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û aloziyên ku duh çêbûne hatin nîqaşkirin, her wiha rewşa dawî ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de jî hate nirxandin.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ