LI SÛRIYEYÊ DI NAV 24 DEMJIMÊRAN DE 4 CIWAN HATIN KUŞTIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Di nav 24 demjimêran de 4 ciwan li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan kesên nenas yên li motosîklêtekê siwar bibûn, li gundê Til Sikîn yê Hemayê gule li komeke kesan barandine û di encamê de 5 kes bûye qurbanî.

Agahî nîşan didin, Ya’êl Xidir û Elî Hesen hatine kuştin û Heyder Hesen, Ehmed Hesen û zarokeke 4 salî birîndar bûne.

Her wiha li gundê Şûheyb yê heman parêzgehê, dîsa kesên nenas gule bi ser Koleb Elûş û Mehmûd Elûş de barandine û di encamê de herdu hatine kuştin.

Çavdêrgeha Mafê Mirovan ya Sûriyeyê dibêje, di hefteya yekem ya hezîranê de 11 welatiyên elewî bûne qurbanî. Li gorî çavdêrgehê ji destpêka îsal ve 99 kes li Sûriyeyê bûne qurbaniya sûcên taîfî û tesfiyeyê.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ