KANAL8Ê JI BO KOÇA DAWÎ YA HELKEWT EZÎZ PEYAMA SERSAXIYÊ WEŞAND
Kanala 8 sersaxiyê ji malbata rojnamevan Helkewt Ezîz û hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya RUDAWê re dixwaze.
Dezgeha Medyayî ya KANAL8ê ji bo koça dawî ya rojnamevan Helkewt Ezîzê peyamek sersaxiyê weşand.
Sersaxî û hevxemî
KANAL8ê bi xemgîniyeke mezin koça dawî ya rojnamevan Helkewt Ezîz ragihand. Di peyamê de hat gotin, “Em ji ber nûçeya koça dawî ya rojnamevan Helkewt Ezîz di bûyerek trajîk de xemgîn in.”
Sersaxî ji malbat û hevkarên wî re
KANAL8 sersaxiyê ji malbat û xizmên rehmetî û her wiha hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya RUDAWê re dixwaze. Di dawiya peyamê de, KANAL8ê ji Xwedayê mezin xwest ku sebir û aramiyê bide dilê her kesî û giyanê rehmetî bi bihuştê pîroz bike.
KANAL8 sersaxiyê ji malbata rojnamevan Helkewt Ezîz û hevkarên me yên li Tora Medyayî ya RUDAW re dixwaze.
Dezgeha Medyayî ya KANAL8ê
2 DEMJIMÊR BERÊ