COTKARÊN CEH ÊN ROJAVA JI BER BAZIRGANAN ZIYANÊ DIBÎNIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Cotkarên ceh ên Rojavayê Kurdistanê ji ber keysbaziya bazirganên ceh nerazî ne û nediyarkirina bihayê ceh ji aliyê Hikûmeta Veguhêz jî di vê yekê de rol dilîze.

Cotkarê Ceh Weyis Wetê ji KANAL8ê re ragihand, wan tonê tavên ceh destpêka mewsimê bi 500 heta 550 dolaran kirî û niha bazirgan bi tona ceh bi zêdetirî 200 heta 225 dolaran nakirin.

Li gorî cotkar, sedema vê yekê keyspaziya bazirganan e û her wiha rawestandina hinardeyê û got, gelek bazirgan ji ber rawestîna hinardeyê newêrin ceh bi bihayên mezin bikirin û ji ber wê tenê bi 200 heta 225 dolaran dikirin.

Li gorî Wetê ev yek ziyaneke mezin digihîne wan û ziyanê digihîne tekane dahata cotkaran.

Îsal Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê buhayê genim diyar kir, lê buhayê ceh diyar nekir û cotkar dibînin ku ev yek rolekê di keyspaziya bazirganan de dilîze.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ