LI SÛRIYEYÊ 5 CIWAN BÛ QURBANÊN SUCÊN TAÎFÎ
Li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê sê welatî hatin kuştin û duyên din jî birîndar bûn.
Li taxa Henano ya Helebê ciwanê bi navê Ela Cewad ji aliyê 2 çekdarên ve li ser motorsîkletê hate kuştin.
Çavkaniyên xwecih ragihandin ku 2 kesên li ser motorsîkletê, li nêzî dibistaneke taxa Henano ya Helebê, gule li kesê bi navê Ela Cewad barandin. Di encama gulebaranê de Cewad hate kuştin û êrişkar ji cihê bûyerê reviyan.
Li gundekî bajarokê Rebîa yê Hemayê jî ciwanê bi navê Elî Derwîş revandin û piştî çend saetan termê wî li bajarokê Kefer Ton ên heman parêzgehê hatibû dîtin.
Li navçeya Selemiyê ya Hemayê piştî sê rojan ji revandinê, termê ciwanê bi navê Mihemed Şinêwî li gundê Derdera hate dîtin.
Li navçeya Sehnaya ya Gundewarên Şamê, kesên nenas bi kêrê êrişî Rîbal Berekê û Lûyî Berekê yên durzî kirin û ew bi giranî birîndar kirin.
Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê; hejmara kesên di sûcên taîfî û kînê de îsal hatine kuştin, gihaye 101 kesan.
3 DEMJIMÊR BERÊ