ŞERVANÊN HSD'YÊ TEV LI PERWERDEYA WEZARETA PARASTINÊ YA SÛRIYEYÊ DIBIN

Kanal8 10/06/2026

Di çarçoveya gavên entegrekirina leşkerî de ya Hêzan Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav Wezareta Parastinê ya Sûriyayê; karwanek ji şervanên HSDyê yên Lîwayê Qamişloyê ji bo perwerdeya leşkerî, ber bi Şamê ve bi rê ketin.

Çavkaniyekê ji KANAL8ê re diyar kir ku karwanê yekem ê şervan û efserên Lîwaya Qamişloyê îro dê ber bi bajarê Nebekê yê gundewarê Şamê ve bi rê bikeve.

Li gorî agahiyan ev gav di çarçoveya entegrekirina leşkerî de bi rê ve diçe, da ku hemû endamên Lîwayên Atrêşê tev li perwerdeyên 21 rojî bibin û nav û qeyda wan ji bo sîstema nû ya kar û belavkirina erk û mûçeyan were tomarkirin. Dê hejmara endamên li nav karwên di navbera 1000 heta 1200 endamî de be.

Piştî Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de, 4 lîwayên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hatin destnîşankirin û li seranserê parêzgeha Hesekê û bajarê Kobaniyê hatin bicihkirin. Wezareta Parastinê bi fermî ragihand ku wan her çar Lîwa tev li sîstema Wezaretê kirine.

Her girêdayî pêngava entegrekirina leşkerî a HSDyê bi Wezareta Parastinê re, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) di daxuyaniya xwe ya herî dawî de destnîşan kiribû ku dosyaya entegrekirina leşkerî gihaye qonaxên xwe yên ber bi dawî ve.

Kanal8

10/06/2026