KONFERANSA BIRÊVEBERIYÊN HERÊMÎ BI DAWÎ BÛ
Konferansa Birêveberiyên Heremî ya ku 4 rojan berdewam kir bi dawî bû, dê encannameya konferansê jî di rojên pêş de bê eşkerekirin.
Konferansa Birêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate lidarxistin, di roja 4em de bi dawî bû.
Her du rojên destpêkê Konferansa Jinan a Birêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma ‘Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin’ li Navenda Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kiribû.
Hevserokên Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedar beşdarî konferans bûn.
Di konferansê de li ser birêveberiyên heremî, birêveberiyên komunal û rê û rêbazan nîqaş hatin kirin.
Tê payîn ku dê encannameya konferansê rojên pêş te bê eşkerekirin.
4 DEMJIMÊR BERÊ