LI AVAHIYA DADA QAMIŞLOYÊ AGIR BI JENERATORÊ ELEKTRÎKÊ KET

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Li hewşa Avahiya Aadê ya Qamişloya Rojavayê Kurdistanê agir bi trafoya kehrebayê ket. Li gorî agahiyan ti zirarên canî çênebûne.

Li hewşa Avahiya Dadê ya bajarê Qamişloyê agir bi trafoya kehrebayê ket, di encamê de jeneretorê kehrebayê teqiya, tîmên agirkujiyê tavilê berê xwe da cihê bûyerê û şewat berî ku berfireh bibe, vemirand.

Li gorî agahiyên destpêkê, agir ji trafoya kehrebayê dest pê kiriye, di encamê de jeneretorê li cem Aavahiya Dadê teqiyaye û bi xwe bermîlên mazotê yên di odeya jeneretorê kehrebayê de teqandiye; vê yekê dengekî bihêz çêkiriye û zirar gihand derdora xwe.

Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de tenê zirarên madî hebûn û ti zirareke canî çênebûye.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ