LI PARÊZGEHA HELEBÊ SÊ ZAROK BÛNE QURBANÊN TEQÎNA MAYÎNEKÊ
Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ
Li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer sê zarok bûne qurbanî.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, li gundê Xalid ê girêdayî Minbicê ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û duyên din jî birîndar bûn.
Li gorî Rewangehê; ji destpêka salê ve, 196 welatiyên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 72 zarok û 7 jin hebûn, her wiha 290 kesên din jî birîndar bûne.
Berê Rêxistina Zarokan a Netewên Yekbûyî UNICEFyê destnîşan kiribû ku zêdetirî li 324 hezar ji perçeyên bermahiyên şer li ser axa Sûriyeyê hene û nêzî 5 milyon zarok li navçeyên hebûna bermahiyên şer dijîn.
Nûrhat Hesen
3 DEMJIMÊR BERÊ