DERGEHÊ DAWÎ YÊN BENDAVA FIRATÊ HATE GIRTIN
Saziya Giştî ya Bendava Firatê dergehê dawî yê valakirina avê girt.
Li gorî agahiyên hejmarekê ji dezgehên ragihandinê yên Sûriyeyê, tevahî dergehên valakirina avê yên bendava Firatê hatine girtin.
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê dabû zanîn ku dergehê sêyem ê valakirina avê hatiye girtine û ava ku di çirkeyekê de di bedavê re derbas dibe daketiye 700 metresêca.
Di rojên bihurî de ji ber vekirina Tirkiyeyê ji dergehên bendavên xwe yên li ser çemê Firatê, Sûriyeyê neçar bûbû 4 dergehên valakirina avê yên bendava Firatê veke û ev yek bibû sedem ku 1800 metresêca di çirkeyekê de di bendavê re derbas bibe.
Ev yek bû sedema ku ava li Reqa û Dêrazorê di asteke mezin de bilind bibe, 4 hezar malbatan û zêdeyî 20 hezar donim ji zeviyan ziyan dîtin.
2 DEMJIMÊR BERÊ