TRUMP: ÎRAN TENÊ DIAXIVE Û TI GAVAN NAAVÊJE
Serokê Amerîkayê Donald Trump peyameke tund li ser şiyanên leşkerî û helwesta danûstandinê ya Îranê belav kir û angaşt kir ku Tehran rola xwe qels kiriye û derfeta gihana tiştê ku wê weke peymaneke guncaw bi Washingtonê re bi nav kir ji dest daye.
Di peyama xwe ya li ser Truth Social de, Trump angaşt kir ku Artêşa Îranê gelekî têk çûye û piraniya hêzên wê yên çekdar, dev ji milîs û komên xwe berdane.
Trump got: "Artêşa Îranê di nav tevliheviyeke giştî de ye. Beşên giring ên binesaziya leşkerî ya Îranê, di nav de Hêzên Deryayî û Hewayî "êdî tine ne û tev têk çûne."
Trump her wiha tund rexne li serokatiya Îranê kir û got: "Îran tenê diaxive û behsa hêza xwe dike, lê ti gavan naavêje." Trump Îran wekî "Zordarê Rojhilata Navîn" bi nav kir û ragihand ku ew "MIRIYE".
Serokê Amerîkayê gotinên xwe bi danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de girê dan û got ku "Îranê derfeta xwe ji bo misogerkirina mercên guncaw ji dest daye."
Di dawiyê de Trump wiha got: "Wan demeke pir dirêj wergirt ku peymanekê girê bidin ku dê ji bo wan pir baş bûya danûstandin bikin. Wî hişyarî da ku, di encamê de, "niha ew ê neçar bimînin ku bedelê bidin."
2 DEMJIMÊR BERÊ