DAVUTOGLU: DI KÊLIYÊN HERÎ HESTYAR DE, MIN BERÊ XWE DIDA MAM CELAL
Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîneke taybet bi KANAL8ê re behsa geşedanên dawî, peywendiyên xwe bi Mam Celal, Mesûd Barzanî, PDK, YNK, Pêvajoya Aştiyê û rewşa Kurdan kir.
Davutoglu behsa helwesta Tirkiyeyê bo Başûrê Kurdistanê kir û got: "Em dixwazin YNK û PDKyê nezîkî hev bikin û hikûmeta herêmê jî xurt bibe."
Davutoglu wiha got: "Dostaniyeke me ya gelek nêzîk bi rehmetî Mam Celal Talebanî re hebû. Di kêliyên herî hestyar de, dema ku krîzek çêbûba, çi li Iraqê ba, çi jî têkildarî Tirkiyeyê ba, ez ê diçûm Bexdayê û bi rêzbar Celal Talebanî re diciviyam. Bi rastî, nêrîna wî ji bo herêmê û Tirkiyeyê aştiyane bû. Di demên krîzê de, wî roleke mezin lîst."
Davutoglu behsa helwesta Tirkiyeyê bo YNK û PDKyê kir û got: "Tirkiye dixwaze di navbera YNK û PDKyê de, bêyî ku cudahî hebe, kembereke aramiyê ava bike. Di dema min de, têkiliyên me yên pir nêzîk bi Birêz Mesûd û Mam Celal re hebûn. Ev têkiliyên baweriyê bûn, wê demê, me qet cudahî nedikir di navbera YNK û PDKyê de. Kurdên li Iraqê demên dijwar derbas kirine. Piştî van zehmetiyan û piştî têkoşîneke dirêj, wan bi rêya bidestxistina mafên destûrî dest bi avakirina herêma xwe kirin. Niha, di vê çarçoveyê de, divê kabîne di demeke zû de were avakirin."
Behsa Herêma Kurdistanê kir û got: "Tişta ku ji bo me pir giring e ev e ku Hewlêr û Silêmanî di projeyeke bipêşveçûnê de cih bigirin. Dema ku ez par hatim vir, geştên esmanî ji Tirkiyeyê ber bi balafirgeha Silêmaniyê ve hatibûn rawestandin. Piştî ku ev yek ji min re hat gotin, piştî demekê, geştên esmanî dîsa dest pê kirin. Ji ber şer demekê hatibû sekinandin, lê di meha Hezîranê de dê dîsa dest pê bike. Min her tim pêşniyaz kiriye ku Tirkiye yekîtiya di navbera Hewlêrê û Silêmaniyê de handan bike. Tirkiye her tim xwestiye ku têkiliyeke nêzîk di navbera YNK û PDKyê de hebe. Îro jî, nêrîna cîhanê ya Talebaniyê rehmetî hîn jî dixebite."
Davutoglu li ser mijara danîna parêzgarekî Tirkmen jî axivî û got: "Hebûna parêzgarekî Tirkmen peyameke giring e. Ew peyamek e ji bo handankirina biratî, aştî û hevgirtinê ye. Em her tim aştî û serfiraziyê li tevahiya Herêma Kurdistanê dixwazin û em hewl didin ku têkiliyên di navbera YNK û PDKyê de baştir bikin. Ez her tim bi birêz Mesûd û Mam Celal bûm û îro jî li vir im. Doh ez li şîvekê bi birayên xwe Bafil Celal Talebanî û Qubad bûm. Pişt re ez ê biçim Hewlêrê û bi Birêz Mesûd, Birêz Mesrûr Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî re bicivim. Aştiya li vir ji bo Tirkiyeyê pir giring e."
Ahmed Davutoglu di hevpeyvîna xwe ya de behsa "Pêvajoya Aştiyê" ya li Tirkiyeyê dimeşe kir û got: "Hikûmet û AK Partî stratejîk nezîkî vê mijarê dibin."
Davutoglu behsa xwe û AK Partiyê kir û got: "Divê em hemû pir bi baldarî tevbigerin. Ez nikarim li ser navê AK Partiyê û li ser navê hikûmetê biaxivim ji ber ku ez niha ne li nav AK Partiyê û ne jî di hikûmetê de me. Her çend ez demekê serokê AK Partiyê bûm, lê niha di hikûmetê de, ti posteke min a fermî tine ye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku nerast e mirov li ser navê wan biaxive."
Davutoglu behsa mijara "Tirkiyeya Bêteror" kir û got: "Bila ez vê yekê bêjim, min her tim bi çavekî stratejîk li vê Pêvajoyê û hemû pêvajoyên berê dinêrî. Divê çalakî û kampanyayên taktîkî piştî demekê bi stratejiyê re neyên tevlihevkirin, li her alî zirarê dide. Şirove û peyamên ji AK Partiyê û hikûmetê tên di wê rêyê de ne ku ew li ser Pêvajoyê bi stratejîkî dixebitin. Em dixwazin hemû berpirsên Tirk, berî her tiştî jî Birêz Erdogan, bi nêzîkatiyeke stratejîk li ser Pêvajoyê bixebitin û wê bidomînin. Ev ê gumanên li ser vê yekê ji holê rake. Ez dixwazim zelal bim, heger min desthilat hebûya yan jî bi awayekî çalak beşdarî vê Pêvajoyê bibûma, min ê rast bifikiriya ku Pêvajo dê demeke dirêj berê serkeftî bibûya. Divê dem neyê windakirin. Rojhilata Navîn herêmeke wisa ye û her çend hûn dibêjin wextê we heye jî, dem we di tengasiyê de dihêle."
Serokê Partiya Paşerojê Ahmed Davutoglu, der barê nakokiyên di navbera CHPyê de jî axivî got: "Ew hevî dike, nakokiyên xwe çaser bike û nebe du parçe."
Davutoglu wiha got: "Ez dibînim ku destwerdana karûbarên navxweyî yên partiyeke din nerast e. Dibe ku nakokiyên navxweyî yên wan hebin. Ew karûbarên navxweyî yên wê partiyê ne. Di hemû hilbijartinan de, min pêşniyaz kiriye ku hemû hêzên dijberiya Tirkiyeyê, tevî mihafezakar, neteweperest, sosyaldemokrat û sekuler, li dora hev bicivin û bi hev re tevbigerin. Min di wê mijarê de jî hewl da. Tiştê ku divê li Tirkiyeyê bibe ev e. Divê yasa wekî amûreke fişarê li dijî ti partiyeke siyasî neyê bikar anîn. Ez dibînim ku betalkirina kongreya CHPyê nerast e û min ev yek gotiye."
Behsa gendeliya li Tirkiyeyê kir û got: "Min têkoşîna li dijî gendeliyê kiriye mijarek bingehîn di jiyana xwe ya siyasî de. Ev ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin an jî ji aliyê opozîsyonê ve, ti cûdahî nake. Ez bawer dikim ku divê em li dijî gendeliyê şer bikin. Ez hêvî dikim ku Partiya Gel a Komarî (CHP) dê pirsgirêkên xwe bi navxweyî çareser bike û parçe nebe. Ez hêvî dikim ku partiya sereke ya opozisyonê nekeve krîzê, lê çi dibe bila bibe, divê qonaxeke nû ya diyalogê li Tirkiyeyê dest pê bike. Divê kanalên diyalogê di navbera hikûmet û opozisyonê de vekirî bimînin. Divê partiyên opozisyonê jî alternatîfan pêşkêş bikin."
Behsa rewşa siyasî ya giştî kir û got: "Erka me ne tenê rexnekirina desthilatdariyê ye, lê pêşkêşkirina alternatîfan e. Min di nav AK Partiyê de serokatî û posta serokwezîrtiyê girtiye. Ez siyasetmedarên opozisyonê jî nas dikim. Ez ji hemûyan tika dikim ku di vê qonaxa hestar de aştî û aramiyê biparêzin û serî li diyalogê bidin."
2 DEMJIMÊR BERÊ