OSO: TEV LI SAZIYAN BIBIN Û HERÊMA XWE AVA BIKIN
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li Herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) bi boneya veger û gihana Karwanê 8em ê Koçberên Efrînê, peyamek da û bang li xelkê Efrînê kir.
Oso li ser hesabê xwe yê Xyê peyamek belav kir û dilxweşiya xwe bo vegera koçberan anî zimên û spasiya cihên peywendîdar kir.
Oso wiha got: "Bi gihîna karwanê heştem û dawî yê malbatên Efrînê bo bajarê xwe, vegera gelê me bo axa xwe û darên zeytûnê piştî heşt salan ji dûrketinê; kêliyeke dîrokî ye ya ku ev demeke dirêj e li bendê ne. Ev kêlî vegera rihê wan e yê ku di van salan de bi axa Efrînê ve girêdayî mabû."
Oso bang li xelkên Efrînê kir: "Em bang li gelê Efrînê dikin ku bi tev li birêveberiya sivîl, ewlehî û leşkerî bibin, beşdarî avakirina herêma xwe bibin."
Di dawiyê de spasiya cihên peywendîdar kir û got: "Em spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî hemû kes û aliyên ku di vegera gelê me bo warê wî de beşdar bûne, dikin."
2 DEMJIMÊR BERÊ