UNHCR: MILYONEK Û 300 HEZAR SÛRIYEYÎ VEGERIYANE WELATÊ
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Komîsyara Bilind a Karûbarê Penaberan (UNHCR) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di sala 2025an de milyonek û 300 penaberên Sûriyeyê vegeryane welatê xwe.
UNHCR dibêje ku di sala 2024an de, hejmara penaberên Sûriyeyê li cîhanê nêzî 6 milyon kes bûn, di sala 2025an de, ew hejmar daket 4 milyon û 900 hezar kesî.
Der barê koçberên li nav Sûriyeyê; UNHCR dibêje ku di sala bihurî de, 14 milyon û 700 hezar koçber û penaberên Sûriyeyê vegeriyane cih û warên xwe ku hevpar bi sala 2024 re bi rêjeya ji sedî 50 zêde bûye.
UNHCR diyar dike ku rast e hejmareke zêde ya Sûriyeyiyan vegeriyane cihên xwe, lê gelek astengî li pêşiya wan derketine, wekî kêmiya xizmetguzariyan, pêşneketina proseya avakirinê û nebûna aramiyê li hin navçeyan.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ