DERIYÊ NISÊBÎN-QAMIŞLO HEFTEYA BÊ TÊ VEKIRIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Deriyê sînorî yê Nisêbînê yê li Qamişloyê hefteya bê tê vekirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke taybet ku ANHAyê belav kiriye, deriyê sînorî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de yê li bajarê Qamişoyê wê hefteya bê were vekirin.

Li gorî ANHAyê; amadekarî ji bo vekirina deriyê sînorî yê Nisêbînê ji aliyê Sûriye û Tirkiyeyê ve nehatine rawestandin. Ji erkdarkirina karkeran heya bi danîna kamerayên çavdêriyê di nav du rojên bihurî de, her tişt berdewam bû.

Deriyê Nisêbînê ji deriyên sînorî yên navendar li herêmê ye. Di salên bihurî de demdemî dihat vekirin, bi taybet jî di 2016an. Lê wê demê Tirkiyeyê derî li pêş tevgera sivîl û bazarganiyê bi temamî girt.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ