MEZLÛM EBDÎ Û NÛREDÎN EHMED, DERBASBÛNA HÎLALÊ BO LÎGAYA PREMIERA SÛRIYEYÊ PÎROZ KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi peyamên cûda, pîrozbahî li Yaneya Hîlalê ya Mêran kir.

Yaneya Hîlalê ya Mêran li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin û nûneriya Kurdan dike. Hîlalê ji Qamişloyê berê xwe dabû Şamê û li wir bi Yaneya Dûmaya Şamê re lîst. Dawiya lîstikê, 1 bi 1ê bi dawî bû û ji ber pileyên Hîlalê, wê karibû bi fermî derbasî Lîgaya Premier a Sûriyeyê bibe.

Ji ber derbasbûna Lîgaya Premier a Sûriyeyê, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi peyamên ji hev cuda, pîrozbahî li wan kir.

Ebdî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha gotibû: " Em derbasbûna Hîlalê bo Lîgaya Premier a Sûriyeyê li wê û hemû alîgirên wê pîroz dikin û em di qonaxa bê de serkeftinên berdewam û destkeftî û geşbûneke zêdetir ji wan re dixwazin."

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, pîrozbahiyên germ pêşkêş kir û doza serkeftinên mezintir kir.

Ehmed wiha got: "Bi dilxweşiyeke mezin û bi boneya serkeftina wê, ez pîrozbahî û rêzgirtinên xwe yên germ pêşkêşî birêveberî, lîstikvan û alîgirên Yaneya Hîlalê dikim ku derbasî Lîgaya Premier a Sûriyeyê - Asta pêşin bû, ku serkeftineke hêja ye û ji bo yaneyê û hemû gelê Parêzgeha Hesekê tê tomarkirin."

Ehmed pê de çû û got: "Yaneya Hîlalê, tevî ku ev demeke kurt e hatiye damezrandin, tekez kir ku vîn û xebata jidil dikarin serkeftinan biafirînin û armancan pêk bînin."

Di dawiyê de serkeftina wan pîroz kir û got: "Ez vê serkeftinê li we pîroz dikim û ji Yaneyê re domdariya serkeftin û ronakbûnê dixwazim û hêvî dikim ku di pêşbirkên bê de jî nûnertiya Parêzgeha Hesekê bi awayekî herî baş bike.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ