PÊŞNÛMEYA LIHEVKIRINA DI NAVBERA ÎRAN Û AMERÎKAYÊ DE HATE WEŞANDIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ
İran u Rojava
İran u Rojava

Ajansa nûçeyan a Mehrê ya Îranê roja Înê piştî nîvro pêşnûmeya lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de weşand, ku ji 14 xalan pêk tê.

Li gorî pêşnûmeya lihevkirina 14 xalî, di nav 60 rojan de، dê 24 milyar dolar ji mal û milkên Îranê yên astengkirî bên berdan.

Xaleke din a pêşnûmeyê heye ku pabendbûna destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de û rêzgirtina li serweriya Îranê û her wiha rakirina tevahî ya ambargoya deryayî di nav 30 rojan de vedihewîne.

Lihevkirin her wiha Washingtonê pabend dike ku hêzên xwe li dora Îranê vekişîne û Tengava Hurmuzê di nav 30 rojan de veke.

Lihevkirin her wiha rakirina dorpêçên li ser firotina petrol û berhemên petrokimyayî yên Îranê vedihewîne, di heman demê de rê dide Tehranê ku bigihe hemû çavkaniyên darayî yên ku ew dikare bi kar bîne.

Amerîka û hevalbendên wê her wiha soz dane Îranê ku 300 milyar dolar bidin wî welatî ji zirara şer ji nû ve ava bike.

Paşê, li ser bernameya nukleerî ya Îranê, tekez bikin ku divê Îran pabendî Peymana Nebelavbûna Çekên Nukleerî be.

Xalek din jî avakirina mekanîzmayekê ji bo şopandina pêkanîna lihevkirinê ye.

Xala berî dawîn dibêje ku biryara dawî ya li ser vê reşnivîsê dê biryara dawî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî be.

Gotûbêjên dawî dê neyên kirin heya ku nîvê pereyûn astengkirî radestî Tehranê neyên kirin û hemî siza neyên rakirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê got ku reşnivîs dê hîn jî di bin nirxandinê de be û dû re aliyên peywendîdar dê biryareke dawî bidin.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ