BAHÇELÎ: OZEL Û KILIÇDAROGLU NIKARIN BERPIRSYARIYÊ BIGIRIN SER XWE
Devlet Bahçeli dibêje ku CHP hêdî hêdî ji hev dikeve, ji ber ku Ozel û Kiliçdaroglu nikarin berpirsiyariyê bi awayekî rast bigirin ser xwe.
Meha bihurî, Kemal Kiliçdaroglu ji aliyê dadgeheke Enqerayê ve wekî serokê CHPyê hate vegerandin û Ozgur Ozel ji serokatiya partiyê hate dûrxistin û partî kir du beş.
Serokê MHyPê Devlet Bahçelî ji medyaya partiya xwe re got ku ne Kiliçdaroglu û ne jî Ozel nikarîne berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li hember CHPyê bigirin ser xwe û bi awayekî guncaw tev bigerin, ku ev yek bûye sedema parçebûna CHPyê.
Bahçeli got: "Bila kes ji bîr neke ku mijara CHPyê ne tenê mijareke navxweyî ya partiyekê ye, lê di heman demê de miajreke dewlet û gel e jî."
Serokê MHPyê li şûna çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog û lihevkirinê, got ku wan partî xistiye rewşeke dijwar û ji prensîbên damezrandina wê dûr xistine.
Ev şîroveyên Bahçelî piştî wê yekê hatin ku 28 ji 57 endamên encumena CHPyê, yên ku alîgirê Ozel in, ji bo ku Kiliçdaroglu neçar bikin ku kongreyekê li dar bixe, xwe ji partiyê vekişandin.
2 DEMJIMÊR BERÊ