TIP: DIBE KU EM HEVPEYMANIYÊ BI DEM PARTIYÊ RE NEKIN
Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê ragihand ku heger Dem Partî ji bo hilbijartina serokkomariyê kesekî Kurd berbijêre, dibe ku em hevpeymaniyê pê re nekin.
Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê TÎPyê, Erkan Baş ji bo malpera T24yê der barê hilbijartinên bê yên parlemento û serokkomariya Tirkiyê û egera dubare pêkanîna hevpeymaniyê bi DEM Partiyê re ragihand ku dê hilbijartinên giştî û serokkomariyê bi hev re werin pêkanîn û wiha diyar e ku dê ji bo serokkomariyê gelek berbijêr hebin.
Baş dazanîn ku divê der barê berbijêrên hevbeş; gotûbêj werin kirin, ji ber ku divê ev yek were yekalîkirin ka dê li ser kijan bernameyê berbijerekî hevpar were derxistin.
Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê diyar kir ku dibe DEM Partî bixwaze berbijêrekî derbixe ku zimanê wî yê dayikê Kurdî be û ev daxwaz jî rewa ye, lê dibe ku em di vê mijarê de hevpar nebin û got: "Em wek Partiya Karkerên Tirkiyeyê di niha de xwe wiha amade dikin, ku bi tena xwe û berbijêrên xwe tev li hilbijartinan bibin."
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), di hilbijartinên sala 2023an de di çarçoveya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de ku DEM Partiyê tê de hêza sereke bû, tev li hilbijartinan bibû û karibû çar parlementeran bişîne parlementoyê.
3 DEMJIMÊR BERÊ