HAKAN FÎDAN Û TOM BARRACK LI ENQERAYÊ CIVIYAN
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriye û Iraqê, ku di heman dem de balyozê Amerîkayê ye li Tirkiyeyê, li Enqerayê civiyan.
Îro Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li avahiya Wezareta xwe pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack kir, ku di heman dem de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ye ji bo Sûriye û Iraqê.
Der barê civînê; Tom Barrack li hesabê xwe ya Xyê diyar kir, beriya Lûtkeya Natoyê, me li Enqerayê bi Hakan Fîdan re hevdîtineke berhemdar pêk anî.
Barrack got: "Weke du hevpeyamanên bihêz ku em xwedî gelek armancên hevpar in, hevpariya Amerîka û Tirkiyeyê encamên berçav berhem tîne."
Biryar e ku Lûtkeya Serokan a Natoyê di 7 û 8 ê Tîrmehê de li Enqerayê were lidarxistin.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ