CENTCOM: ME ÇEND DRON LI TENGAVA HURMIZÊ ANÎN XWARÊ
CENTCOMê ragihand ku wan dronên îranê yên li Tengava Hurmizê xistine xwarê û diyar kir, dronên hatine xistin keştiyên bazirganiyê yên li tengavê armanc girtibûn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de destnîşan kir hatin çûyîna li tengava deryayî ya stratejîk dewam dike.
CENTOMê got, “Îranê gelek dron ber bi keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ve avêtine û hêzên wê ew dron têk birine.”
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve arasteya139 keştiyên bazirganiyê guherandiye û 9 keştiyên ku pêbendî rênimayiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê nebûne ji kar xistine.
Ev yek di demekê de hat kirin ku behsa nîşaneyên peymaneke nêzîk di navbera Washingotin û Amerîkayê de tê kirin.
Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û rayedarên Amerîkî gotin, dibe ku di çend rojên bê de peymanek were îmzekirin.
3 DEMJIMÊR BERÊ