ERAQÇÎ: EM JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎKÎ RÊKEFTINEKÊ NE
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ew ji her demê bêtir nêzîkî gihîştina lihevkirineke ne û dê lihevkirin destpêkê bi elektronî were îmzekirin.
Rêkarên taybet ji bo mijûlbûna bi pareyên astengkirî yên Îranê re
Di beşek din a axaftina xwe de, Wezîrê Derve yê Îranê got ku pêşgiriyên taybet ji bo mijûlbûna bi pereyên Îranê yên astengkirî hatine girtin.
Wezîrê Derve yê Îranê got ku mijara jinûveavakirinê dê di hevdîtinên pêşerojê de paşê were lihevkirin.
Gotûbêja Tengava Hurmizê û dorpêça deryayî
Ebas Eraqçî got ku metna yekem a lihevtêgihîştinê li ser Tengava Hurmizê û rakirina dorpêçên deryayî ye.
“Em ê Hizbullahê bernedin”
Derbarê mijara Libnan û Hizbullaha Libnanê Ebas Eraqçî got, “Em ê tu carî Hizbullahê bernedin û agirbest dê Libnanê jî di nav xwe de bigire.”
2 DEMJIMÊR BERÊ