EHMED ŞER’I: ARMANCA ME NE ÊRIŞA LI SER LIBNANÊ YE

Kanal8 13/06/2026

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i destnîşan kir, armanca wan ne ew e ku bikevin Libnanê û şerê Hizbullahê bikin.

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer’i di kombûneke xwe ya li gel welatiyên parêzgeha Rîf Dîmeşqê de da zanîn, gotegotên derbarê êrişkirina wan li ser Libnanê ne rast in û ragihand, ew hewl didin rê li pêşiya şer bigirin ne ku tevlê bibin.

Şer’i got dosyeyên destpêkî ji bo wan dosyeyên mirovî, aborî ne û dê ji gavên ku rewşa herêmê aloztir dikin dûr bikevin.

Li gorî Ehmed Şer’i dosyeya penaberên Sûriyeyê yên li Libnanê ji dosyeyên herî girîng ên di navbera herdu welatan de ne, ku ew niha li rêyên vegera milyon û 400 hezar penaberan digerin.

Pêştir Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû dibe ku ew operasyonekê li dijî Hizbullahê pêk bîne yan jî bihêlin Sûriye bi wê erkê rabe.

Kanal8

13/06/2026