SOHR: ÎSRAÎLÊ 849 ÊRIŞ LI DIJÎ SÛRIYEYÊ PÊK ANÎNE
Kanal8 13/06/2026
Ji dema hilweşîna desthilata Beşar Esed ve Îsraîlê bi sedan caran axa Sûriyeyê armanc girtiye û bûye sedema windahiyên canî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, ji dema hilweşîna desthilata Esed ve Îsraîlê 849 caran axa Sûriyeyê bi êrişên asmanî û bejahî armanc girtiye.
Li gorî agahiyên rêxistinê, di wan êrişan de 79 kes hatine kuştin.
Ji piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed ve Îsraîlê rûberên fireh ji parêzgeha Quneytirayê ya Sûriyeyê kontrol kiriye. Hin agahî nîşan didin Îsraîlê 300 kîlometreçargoşe kontrol kiriye.
Kanal8
13/06/2026