SEROKWEZÎRÊ PAKISTANÊ: AMERÎKA Û ÎRAN NÊZÎ RÊKEFTINÊ NE
Serokwezîrê Pakistanê derbarê bidawîhatina aloziyên di navbera Washington û Tehranê de ragihand û got, dibe ku di nav 24 demjimêrên bê de peymaneke aştiyê ya dîrokî bi awayekî elektronîkî were îmzekirin.
Nêzîkbûna rêkeftina dawî
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro got ku alî ji her demê bêtir nêzîkî rêkeftineke aştiyê ne. Şehbaz Şerîf zêde kir ku tê payîn ku hemû kar di nav 24 demjimêrên bê de biqede û rêkeftin dê bikeve meriyetê.
Amadekariya îmzeyên elektronîkî
Serokwezîrê Pakistanê rave kir ku welatê wî hemû amadekariyan kiriye da ku rêkeftina aştiyê yekser piştî bidawîbûna xebatê bi awayekî elektronîkî îmze bike. Tê payîn ku hevdîtinên teknîkî yên di navbera her du welatan de jî hefteya bê ji nû ve dest pê bikin.
Pesnê ji bo hewldanên navneteweyî û herêmî
Şehbaz Şerîf di peyama xwe de spasiya Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo pêbendbûna wan di dema hevdîtinan de. Serokwezîrê Pakistanê her wiha spasiya welatên herêmê ji bo piştgiriya pêvajoyê kir û geşbîniya xwe anî ziman ku ev rêkeftin dê bibe bingehek xurt ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde.
3 DEMJIMÊR BERÊ