WELATIYÊN SÛRIYEYÊ DIXWAZIN TIRKIYE JI AXA WAN DERKEVE
Êdî welatiyên hejmarek navçeyên Sûriyeyê xwepêşandanan dikin da ku artêşa Tirkiyeyê ji mal milkên wan ên desteser kirine derkeve.
Berdewam welatiyên navçeyên Çiyayê Eqîl û Şêx Eqîl yên Helebê derdikevin xwepêşadanan û dixwazin artêşa Tirkiyeyê ji mal û milkên wan derkeve, di heman demê de niha 6 baregehên Tirkiyeyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hene.
Êdî hebûna Artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo gelek welatiyan bûye pirsgirêk.
Li gorî agahiyan beriya hilweşîna desthilata Esed, 12 baregehên mezin û 114 xalên leşker yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hebûn. Tevî ku Tirkiyeyê ji piştî hilweşîna Esed ve hebûna arêtşa xwe li Sûriyeyê kêm kiriye, lê hîna di gelek baregehan de maye.
Li gelek navçeyan wê artêşê baregehên xwe li ser mal û milkên sivîlan ava kirine û êdî ew welatî dixwazin Tirkiyeyê ji mal û milkên wan derkeve û wan qerebûn bike.
Yek ji baregehên Tirkiyeyê yên sereke li Çiyayê Eqîl ya navçeya Babê a Rojhilatê Helebê ye û Herî dawî welatiyên wê derketin xwepêşandanê û xwestin artêşa Tirkiyeyê ji mal û milkên wan derkeve û wan qerebû bike.
Baregeha Çiyayê Eqîl:
- Baregeh Sala 2017’an Hate Avakirin
- Malên Hejmarek Ji Welatiyan Hatin Herifandin
Artêşa Tirkiyeyê baregeha Çiyayê Eqîl sala 2017an piştî ku derbasî Sûriyeyê bû ava kir û malên gelek ji welatiyên wê deverê herifandin.
Welatiyên Çiyayê Eqîl ji parêzgerê Helebê xwestin arêtşa Tirkiyeyê ji mal û milkên wan derxîne û eger wê pêk neyne bila dev ji wê erkê berde.
Li aliyekî din baregeheke din a Tirkiyeyê ya mezin li gundê Şêx Eqîl ê rojavayê bajarê Helebê heye. Ji demekê ve berdewam welatiyê wî gundî derdikevin xwepêşandanan û dixwazin artêşa Tirkiyeyê ji gundê wan derkeve.
Baregeha Şêx Eqîl:
- Baregeh Sala 2017’an Hate Avakirin
- 400 Malên Gundê Şêx Aqîl Hatine Desteserkirin
Artêşa Tirkiyeyê baregeha gundê Şêx Eqîl jî sala 2017an ava kir û ji ber wê baregehê 400 mal desteser kiriye û welatiyên gund nikarin vegerin gund.
Sala 2018’an Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê dest bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de girtin, piştî 9 salan û hilweşîna desthilata Esed jî hejmarek ji baregehên Tirkiyeyê li Efrînê hene.
Baregehên Li Efrînê:
- 6 Baregehên Artêşa Tirkiyeyê Li Efrînê Hene
- 5 Gund Bi Temamî Hatine Desteserkirin
Li gorî agahiyên KANAL8ê bidest xistine, 6 baregehên artêşa Tirkiyeyê yên mezin li Efrînê hene û bi sedema wan 5 gund bi temamî desteser kirine.
Li gorî agahiyan, gundên Cilbirê, Basilê, Derwêş, Şêxorzê û Çiyê bi temamî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve desteserkirî ne û welatiyên wan gundan nikarin vegerin malên xwe.
3 DEMJIMÊR BERÊ