KOMÎTEYA WEZÎRAN A EWROPAYÊ DAXWAZA BERDANA DEMIRTAŞ, YUKSEKDAG Û KAVAL KIR
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe de ya di navbera 9-11ê Hezîranê de biryarên DMMEyê yên der barê Demirtaş û Kavala de nirxand û daxwaza xwe ya ji bo serbestberdana tavilê ya Demirtaş û Kavala dubare kir.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di navbera 9-11ê Hezîranê de li Strasbourgê civîna xwe ya 1563yem ku li ser Mafên Mirovan e li dar xist.
Di civînê de sizayên têkildarî biryarên DMMEyê, yên nehatine bi cihanîn li 24 welatan, ku Tirkiye jî di nav de ye, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha biryarên "serbestberdana tavilê" yên der barê Selahedîn Demirtaş û Osman Kavala yên nehatine bicihanîn jî nîqaş kirin.
Di biryaran de daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo serbestberdana tavilê ya Demirtaş, Figen Yuksekdag û Kavala hat dubarekirin.
Biryara doza Selahedîn Demirtaş a (Hejmar 4) destnîşan dike ku Demirtaş û Figen Yuksekdag ên ji sala 2016an vir ve girtî ne û diyar dike ku wê demê endamên Encûmenê bûne û "bêyî delîlên ku gumanên berbiçav piştgirî bikin" hatine binçavkirin.
3 DEMJIMÊR BERÊ