TRUMP: EM Ê YEKŞEMÊ PEYMANÊ BI ÎRANÊ RE ŞANENAV BIKIN
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê amaje bi wê yekê kir ku peymana bi Îranê re dê roja Yekşemê were şanenavkirin û hêviya xwe anî zimên ku pêvajoya bidestxistina toza nukleerî dê bi lez, bi hêsanî û bi rêkûpêk bidome. Wî tekez kir ku heger ev yek çênebe, alternatîfeke wan a çêtir heye.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social de got: "Peymana bi Îranê re dê sibê, Yekşemê, were şanenavkirin û di cih de piştî şanenavkirina peymanê, Tengava Hurmuzê dê ji her kesî re were vekirin."
Trump pê de çû û got: "Di wextekî guncaw de, piştî ku tişt aram bibin, em ê biçin da ku toza nukleerî derxînin. Ev pêvajo dê bi lez, bi hêsanî û bi rêkûpêk bidome."
Wî zelal kir û got: "Heger ev çênebe, alternatîfa me ya çêtir heye. Peymana me bi Îranê re dîwarek e ku rê li ber hebûna çekên nukleerî digire. Têkiliya me bi Îranê re cûda ye û ji ya birêveberiyên berê gelekî çêtirtir e."
4 DEMJIMÊR BERÊ