DÊ KOMA YEKEM A NAVÊN SERLÊDERÊN JI BO HEMWELATÎBÛNA SÛRIYEYÊ WERIN WEŞANDIN
Birêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl a Sûriyeyê der barê temamkirina proseyên hemwelatîbûnê ji bo Kurdên bênasname li Sûriyeyê yên ku di bin bendên Biryarnameya Hejmar (13) a 2026an de ne, daxuyaniyek da û behsa dirêjkirina dema diyarkirî ya tomarkirinê kir.
Birêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl di daxuyaniya xwe de behsa proseya tomarkirinê kir û got: "Birêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl berhevkirina serlêdanên hemwelatîbûnê ji Kurdên Sûriyeyê yên ku di bin Biryarnameya Hejmar 13 a 2026an de ne, temam kir. Ev serlêdan di dema dirêjkirinê de bi rêya navend û komîteyên fermî yên ji bo vê armancê hatine damezrandin, hatin şandin. Ev gav asta bilind a hişmendiya neteweyî, berpirsiyarî û hevkariya erênî bi proseyên ku ji hêla biryarnameyê ve hatine hêsankirin nîşan dide."
Daxuyaniya xwe dewam kir û got: "Karmend û komîteyên pispor, ku ji pisporên pêşeng ên karûbarên sivîl pêk tên, dest bi xebata xwe ya teknîkî û proseyî kirine da ku serlêdanan binirxînin, daneyan verast bikin û hewcedariyên ji bo pêvajoya wan bi cih bînin, da ku proseyên hemwelatîbûnê li gorî prensîbên yasayî yên diyarkirî temam bikin."
Di vê çarçoveyê de, Birêveberî dê di navbera 14 û 18ê Hezîrana 2026an de dest bi weşandina koma yekem a randevûyên hevpeyvînê ji bo serlêderên ku di nav biryarnameyê de ne bike, ew jî dê bi rêya platformên fermî yên Wezaretê û dezgehên medyayê yên fermî li parêzgehên bin.
Wezaretê her wiha biryar da ku demeke zêde bide Kurdên Sûriyeyê yên li derveyî welêt dijîn ku serlêdanên wan ji hêla malbatên wan ve hatine şandin, da ku piştrast bike ku hemî sûdmend derfeta temamkirina proseyên xwe wergirin. Ev gav di çarçoveya bicihanîna bendên Biryarnameya Hejmar /13/ a 2026an de tê û bandorên dehsalan dûrxistin û bêparkirina ji mafên sivîl çareser dike, da ku mafên yasayî û sivîl ên sûdwergirên wê werin misogerkirin.
4 DEMJIMÊR BERÊ