SAYYIGIT: DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD, BI RÊYA YASAYAN WERE ÇARESERKIRIN
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit di parlamentoya Tirkiyeyê der barê Pêvajoyê de ya ku Tirkiyeyê jê re dibêje; "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror", civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand, "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke hestiyar de ye" û got: "Ew çareserî jî di yasadanînê de ye, ji ber ku naskirina siyasî û garantiyên yasayî di demokrasiyên hemdem de; rêya lihevkirinê ye."
Sayyigit got: "Ew piras ku em ji jê re dibêjin, "Pirsgirêka Kurd"; ew pirsgirêk ji ber sedemên ew balansa ku li navçe û cîhanê hate avakirin û hesabê me Kurdan nehate kirin, derkete holê. Di vê çarçovê de jî hemû mafên Kurdan hatine paşguh û danemindelayê, lê Kurd bi vê yekê re sînordar nehiştin."
Behsa krîza aborî kir û got: "Ez dixwazim destnîşan bikim ku çavkaniyên aborî bi tirîliyonan dolar xerc kirine, lê tenê Kurd divê "dayika xwe nebîne." Lê ev yek ne tenê zirar da Amend, Şirnex û Mêrdînê; vê yekê zirar da Ederne,Trabzon û Denîzilê jî."
Behsa rola Ocalan kir û got: "Piştî daxuyaniya birêz Ocalan û ragihandina agirbestê ji aliyê PKKyê û avîtina gelek gavan, pê re jî avakirina Komisyonê; raporek hate nivîsîn û ev yek ji bo me pir girin e. Lê ne bi gotinan, lê divê b yasayan were çareserkirin."
4 DEMJIMÊR BERÊ