UNESCO DAXWAZA PARASTINA SÛRÊN AMEDÊ DIKE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

UNESCO der barê parastina Sûrên Amedê hişyariyê dide û daxwaz dike ku aliyên pêywendîdar û welatî ji bo parastina Sûran bi hev re tev bigerin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, ku weke UNESCO tê naskirin ragihand ku Sûrên Amedê ku di nav mîrasa çandî ya cîhanê de cih digire û yek jî sembolên sereke yê bajarê Amedê ye û niha ji derveyî armancên xwe hatiye bikaranîn.

UNESCO daye diyarkirin ku di lêkolînên wan de derketiye ku beşek ji Sûrên di bin parastinê de; ji derveyî armancê hatine bi kirê dan, ev jî bûye sedem ku bandoriyeke xirab li ser wan cihan çêbibe.

Rêxistinê daye zanîn ku der barê cihên dîrokî yên di nav û derveyî Sûrên Amedê de ku hatine dagirkirin, rapor hatine amadekirin û daxwaz jî kiriye ku, aliyên peywendîdar û welatî ji bo parastina Sûran bi hev re tev bigerin.

Sûrên Amedê xwedî dîrokeke 5 hezar salan e, bi dirêjiya xwe ya nêzî 5 kîlometre û nîvan weke yek ji giringtirîn avahiya parastinê tê binavkirin.

Ji 101 Bircên Sûrên Amedê; heta niha 20 Birc hatine nûjenkirin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ