SÎNORÊ DI NAVBERA BEDLÎS Û MÛŞÊ DE BI FERMÎ HATE DIYARKIRIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Sînorê di navbera parêzgehên Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê de û bi biryarekê ji Serokkomarê Tirkiyeyê ji nû ve hat destnîşankirin û biryar di rojnameya fermî de jî hat belavkirin.

Bi biryara fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan, sînorê birêveberiyê yê di navbera navçeyên Norşîn a ser bi parêzgeha Bedlîsê ve û Dêrxas a ser bi parêzgeha Mûşê ji nû ve hat destnîşankirin.

Di hûrgiliya biryarê de ku li rojnemeya fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin, nexşe û rêyên nû yên sînorê di navbera herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hatin diyarkirin.

Bi vê biryarê re; nezelaliya sînorî ya di navbera herdu parêzgehên Bedlîs û Mûşê de bi dawî hat

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ