ŞÊNIYÊN GUNDEKÎ QAMIŞLOYÊ LI DIJÎ PROJEYEKE ŞAREDARIYÊ XWEPÊŞANDAN KIR
Şêniyên gundê Gir Siwêr ê Tirbespiyê li dijî projeya avakirina xanên pez li nêzî gund xwepêşandan kir.
Biryar bû îro Şaredariya Gel a Qamişloyê bi merasîmekê dest bi projeya avakirina xanên pez li nêzî gundê Gir Siwêr ê Tirbespiyê bikira, lê şêniyên gund li hember projeyê xwepêşandanek aştiyane li dar xistin û rê li ber girtin.
Piştî vê yekê, civînek di navbera nûnerên gund û Şaredariya Gel de, bi beşdariya Hêzên Asayîşê, hat lidarxistin. Di civînê de, biryar hat dayîn ku xebatên projeyê bi demkî werin rawestandin û dosye ji bo nirxandinê ji parêzgehê re were şandin.
Şêniyên gundên Gir Siwêr, Sîha Mezin, Xirêcka û Xezna projeyê napejirînin û dibêjin ku proje dikare ziyanê bide jîngehê û deverê qirêj bike.
Her wiha hin şêniyên gundê Gir Siwêr diyar kirin ku wan belge pêşkêş kirine ku ew xwediyê beşek ji erdê ku ji bo projeyê hatiye destnîşankirin in û ji rayedarên têkildar dixwazin ku berî ku biryarek di derbarê pêkanîna projeyê de bidin, van belgeyan binirxînin.
3 DEMJIMÊR BERÊ