ŞÊXO: HIN KES FIŞARÊN ABORÎ LI SER WELATIYAN DIMEŞÎNIN

Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê heta niha hin kesên berê girêdayî komên ser bi Tirkiyeyê ve bûn zextên aborî li ser welatiyan dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn–Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ku beriya çend rojan serdana Efrînê kiribû ji KANAL8ê re behsa rewşa wê navçeya Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî Şêxo, heta niha kesên girêdayî Komîteyên Aborî yên di serdema komên girêdayî Tirkiyeyê de li Efrînê bac ji welatiyan distandin, kar dikin û diçin bacên neyasayên ji welatiyan distînin û ev yek bi taybet li navçeya Reco dibe û bûyerên wiha li gundên Çeqmaqa û Elemdara hatin tomarkirin.

Di heman demê de Îbrahîm Şêxo got, hejmarek ji malbatên Efrînê yên vegeriyane li gundê Niştecihbûnê yê li gundê Keferromê hatibû avakirin hatine bicihkirin û li gorî Şêxo rewşa xizmetê li wê derê xerab e û welatî neçar dibin panelên enerjiya rojê û avê bikirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn–Sûriyeyê diyar kir, zêdetirî hezar malbatên ji parêzgeha Dêrazorê li Efrîn û Cindirêsê dimînin û gelek ji wan qebûl nakin ku derkevin û ji xwediyên malan pereyên bi qasî 5 hezar dolar û 7 hezar dolar dixwazin.

Welatiyeke Efrînê ji KANAL8ê re derbarê vê yekê got, malbateke ji Dêrazorê ji malan wan de û dibêje, ger hûn 5 hezar dolar nedin me em dernakevin.

Ji meha sêyê û heta vê mehê 8 karwanên koçberên Efrînê vegeriyan warê xwe ku bi qasî nêzî 9 hezar malbat bû.

Nûrhat Hesen

3 DEMJIMÊR BERÊ