PARLAMENTOYA EWROPAYÊ DAXWAZA CEZAKIRINA AKIN GURLEK DIKE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamentoya Ewropayê di pêşnûme raporekê de daxwaza cezakirina Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek kir û Gurlek daxwaza Ewropayê wekî pêşdaraziyeke îdeolojîk bi nav dike.

Heta niha, rapora ku daxwaza cezayan dike, ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve nehatiye nîqaşkirin û pejirandin.

Naveroka Rapora derbarê Akin Gurlek

Rapora ku ji hêla nûnerê Spanyayê yê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor ve hatiye nivîsandin, dê di 16ê Hezîranê de li Strasbourgê di civînekê de were nîqaşkirin û dengdana dawî li ser raporê dê di 17ê Hezîranê de were kirin.

Di pêşnûmeya raporê de tê xwestin ku li dijî rayedarên Tirk ên berpirsiyarê binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û azadiyên bingehîn in, tedbîrên sînordarker, di nav de cemidandina milkê di çarçoveya sîstema cezayên cîhanî ya mafên mirovan a YEyê de werin girtin.

Her wiha di raporê de dozgerê giştî yê berê yê Stenbolê Akin Gurlek, wekî kesayetiyek ku di mekanîzmaya tepeserkirina dewletê de roleke girîng lîstiye, hat binavkirin.

Parlamentoya Ewropayê ji ber tayînkirina Gurlek wek wezîrê dadê matmayî ma û got ku ev yek nîşan dide ku Gurlek kesayetekî siyasî ye û di dema erka xwe de her tim ajandeyek siyasî şopandiye.

Karbidestên Tirk ji meha Nîsanê ve ji gotara li ser Gurlek di pêşnûmeya rapora Parlamentoya Ewropayê de haydar bûn, lêbelê piştî ku gotar di medyayê de hate weşandin, wan bertek nîşan dan.

Bersiva Akin Gurlek

Gurlek di daxuyaniyek dirêj de got, “Dadweriya Tirkiyeyê li ser navê neteweya me di çarçoveya destûr, qanûn û dadweriya xwe de biryarên xwe dide.”

Her wiha Gurlek got, “Tawanbarkirinên bê bingeh ên li dijî dadweriya Tirkiyê û min ji pêşdaraziyeke îdeolojîk derdikevin.”

Navê Akin Gurlek di reşnivîsa yekem a rapora Parlamentoya Ewropayê ya 6ê Sibata 2026an de tinebû û ji bo zêdekirina navê Gurlek li reşnivîsê guhertinek hatibû pêşniyarkirin.

Di nîqaşa ku Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê di 15ê Nîsana 2026an de li dar xist de, guhertin bi 44 dengan li dijî 10 dengan û 17 dengan bêalî hat pejirandin.

Niha 55 pêşniyarên guhertinê ji bo pêşnûmeyê hene, ku yek ji wan jî armanca wan jêbirina navê Akin Gurlek nîne.

Ev ne cara yekem e ku Parlamentoya Ewropayê ji ber paşketina demokrasiyê, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê daxwaza cezayan li dijî Tirkiyeyê dike. Tenê cudahî ew e ku di metna 2025an de navekî taybetî nehatiye behs kirin, lê nîqaşeke giştî hatiye kirin.

Sîstem çawa kar dike?

Sîstema Cezayên Cîhanî yên Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê, ku yekem berhema berbiçav a Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye, di 7ê Kanûnê de hate pejirandin.

Ev sîstem rê dide Yekîtiya Ewropayê ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî li her deverek cîhanê armanc bigire.

Yekîtiya Ewropayê heta niha sîstem li dijî Belarûs, Îran, Myanmar, Rûsya, Sûdan, Sûriye û Venezuelayê çalak kiriye.

Heta niha, tedbîrên sînordar li ser 136 kesan û 46 saziyan hatine sepandin, di nav de qedexeya geştê bo Yekîtiya Ewropayê, cemidandina fon û milkê û qedexekirina dayîna pere an çavkaniyên aborî ji bo kesan û saziyan.

Ti desthilateke Parlamentoya Ewropayê li ser kes û saziyên di lîsteya cezayan de nîne û biryarên ku ew dide ne mecbûrî ne. Rola sereke di avêtina vê gavê de aîdî Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê YE û welatên endam e.

Desthilata dawî ya zêdekirina kes û saziyan li lîsteyê aîdî Dewletên Endam e û ji bo ku kesek an saziyek di Lîsteyê de cih bigire, divê hemî Dewletên Endamên Yekîtiya Ewropayê razî bibin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ