TIRKIYE PÊŞWAZIYA RÊKEFTINA AMERÎKA Û ÎRANÊ DIKE
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan pêşwaziya rêkeftina di navbera Tehran û Washingtonê de kirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew wekî pêşketinek girîng ji bo avakirina aştî û aramiyê li herêmê bi nav kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku cîhan demek dirêj e ku pêdivî bi rêkeftinek di navbera Amerîkayê û Îranê de heye.
Erdogan bang li her kesî kir ku heta roja îmzekirina rêkeftinê, ji axaftin û teşwîqkirina aloziyê dûr bisekinin.
Erdogan ji bo navbeynkarî û hewlên dîplomasiyê spasiya Pakistan, Qeter û Siûdiye kir û got, “Wekî Tirkiye, em ê piştgiriyê bidin hemî hewldanên ji bo avakirina aştî, aramî û aştiyê li herêma xwe û beşdarî dîtina çareseriyek mayînde li ser bingeha dîplomasî û qanûna navneteweyî bibin.”
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di peyamekê de pêşwaziya rêkeftinê kir û got: Em hêvî dikin ku danûstandinên temamker bi helwestek avaker berdewam bikin.
Fîdan tekez kir ku pêdivî ye ku pêşî li hewldanên xerakirina rêkeftinê were girtin û bang li hemî welatên têkildar kir ku helwestek berpirsiyar bigirin.
15/06/2026