SABRÎ OK: DEWLETA TIRK NÊZÎKATIYEKE CIDÎ NÎŞAN NADE

Kanal8 15/06/2026

Sabrî Ok derbarê pêvajoya çareseriyê got, "Pêvajo nexitimî ye, lê belê bi rewşeke dijwar re rûbirû ye."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok bersiv da pirsên Luca Forschi ji rojnameya Avvenire ya li Îtalyayê weşanê dike.

Awayê destgirtina pêvajoyê ya herdu aliyan

Sabrî Ok da diyarkirin ku herdu alî bi heman awayî pêvajoyê pênase nakin û got, “Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de gotibû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Dewleta Tirk hîn jî qala 'terorê' dike, carna jî dibêje 'Yekîtiya Neteweyî û Biratî'. Vê yekê ji ber wê dibêjim; di mejî û zîhniyeta dewleta Tirk de hîn hebûna pirsgirêkê nehatiye qebûlkirin û navê pêvajoyê jî bi rengekî rast nayê diyarkirin. Yekane armanca xwe, weke ku her roj dibêjin bêçekkirina tevgera me ye. Ji ber vê jî li şûna aştî yan jî çareseriyê navê 'Tirkiyeya bêteror' bi kar tîne. Bêguman ev yek ji aliyê dîrokî ve encamek û nîşaneyek ji mejiyê înkar û redkirina hebûna gelê Kurd e.

Sabrî Ok şêwazê pênasekirina pêvajoyê ya Tirkiyeyê rexne kir û wiha pê de çû: Nêzîkatiya aliyan a li pêvajoyê û pirsgirêkê ji hev gelekî dûr e. Ya rast, dewleta Tirk nêzîkatiyeke cidî û berpirsyarane nîşanî vê pirsgirêka mezin û dîrokî nade. Lewma pêvajo nexitimî ye, lê belê bi rewşeke dijwar re rû bi rû ye. Pêvajo dihilkum e, lê dimeşe.

Agirbest berdewam e

Sabrî Ok da zanîn di navbera hêzên wan û Artêşa Tirkiyeyê de agirbesteke dualî heye û got, “Bi destpêkirina pêvajoyê re, eger em 3-4 mehên destpêkê nehesibînin li Herêmên Parastinê yên Medyayê mirov dikare qala agirbesteke dualî bikin. Em zanin ku dewleta Tirk dem bi dem hêzê li hin qadan bi cih dike, li hin qadan guhertina hêzê dike û karekî berfireh ê îstîxbaratê dike. Lê belê weke ku min got, di vê pêvajoyê de di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên artêşa Tirk de di asta îstîsnayî de hin şer an jî operasyon qewimî be jî bi giştî mirov dikare qala rewşeke bêşer bike.”

"Kurd li Rojava bi tenê hatin hiştin"

Sabrî Ok derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn ku Kurd li wir bi tenê hatin hiştin û wiha anî zimên: Kengî DAIŞ hate têkbirin, helwesta Amerîka û hêzên koalîsyonê ya li hemberî Kurdan jî gelekî guherî. Amerîka û Ewropa êdî li dora Şam-Şeri tevgeriyan. Kurd bi tena serê xwe hatin hiştin, têkilî, dostanî û hevkariya bi Kurdan re hema bibêje qediya, Kurd hatin jibîrkirin, ji vê jî wêdetir bi êriş û gefên gengaz ên dewleta Tirk re rû bi rû hatin hiştin.

"Gelo zext zêde bibin dê dîsa şer bikin?"

Sabrî Ok di bersiva pirsa “Eger rewş zexta vê yekê li we bike, gelo hûn ê careke din şer bikin?” jî wiha da: Terikandina têkoşîna çekdarî û stratejiya wê, divê neyê wê wateyê ku em ê xwe neparêzin. Lê belê mebest ji xweparastinê jî divê ne tenê têkoşîna çekdarî be. Divê ji têkoşîna çekdarî wêdetir, têkoşîna rêxistiniya her astê ya civakê bê fêhmkirin. Eger gelê Kurd bêyî misogerkirina mafên xwe yên weke civaka demokratîk dest ji xweparastinê berde, ev wê bê wateya qebûlkirina mirinê. Gelê Kurd çima dest bi têkoşîna çekdarî kir? Ji bo parastina hebûna xwe. Gefên li ser gelê Kurd dewam dikin? Belê dewam dike. Heta ku ev gef ji holê neyên rakirin em ê dest ji mafê xweparastinê bernedin. Di xweparastinê de pîvana me ya bingehîn çi ye? Heta ku hebûna gelê Kurd neyê redkirin, bi armanca îmhayê êriş neyê kirin wê têkoşîna çekdarî weke rêbazekê esas neyê wergirtin. Eger bi armanca îmhaya hebûnê êriş û sefer bêne kirin, çek jî di nav de her cûre rêbaz wê mafekî bingehîn be.

Kanal8

15/06/2026