ÇEKDARÊN NENAS LI EFRÎNÊ BI SER MALEKÊ Û FIROŞTGEHEKÊ DE GIRT

Kanal8 15/06/2026

Çekdarên nenas ku xwe weke endamên hêzên Ewlehiya Giştî nîşan dan, li navçeya Şera ya Efrînê bi ser malekê û dikanekê de girt.

Li gorî agahiyên malpera Afrin Nowê, çekdarên nenas yên xwe weke endamên hêzên Ewlehiya Giştî yên hikûmeta Veguhêz nîşan dan, li navçeya Şera ya Efrînê bi ser malekê û firoşgeheke alavên çandiniyê de girt.

Çavkaniyên Afrin Nowê dan zanîn, 4 çekdarên rûgirtî duh demjimêr 15:30‘an li ser rêya Heleb-Efrînê, nêzî Goristana Henan a navçeyê, malek û firoşgehek kontrol kirin û gef li xwediyê malê xwarin.

Malperê diyar kir, koma çekdar li wê malê dest danî ser çekeke rûxsetkirî û piştre ji malê derketine.

Hate gotin, piştî bûyerê malbatê gilî li hêzên ewlehiya giştî kiriye, lê hêzên ewlehiyê îdia kir ku kesên bi ser mal û firoşgehê de girtine ne endamên wan in.

Kanal8

15/06/2026