KOMPANYAYEKE AMERÎKÎ DÊ VEBERHÊNANÊ DI ZEVIYÊN RIMÊLANÊ DE BIKE

Nûrhat Hesen 15/06/2026

Kompanyaya HKN ya Petrolê ya Amerîkî peymaneke pêşxistina zeviyê Rimêlanê yên petrolê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re îmze kir û para Rêveberiya Xweser jî tê de heye.

Çavkaniyekî pêbawer ji rêveberiya zeviyê Rimêlanê yên petrolê ji KANAL8’ê re ragihand, HKN ya Amerîkî peymaneke veberhênanê ji bo pêşxistina zeviyên Rimêlanê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re îmze kir.

Li gorî peymanê %60 ji berhemê ya kompanyayê, %32 ya Kompanyayê Sûriyeyê ya petrolê û %8 ya kompanyayê Cizîrê ya xizmetên petrolê ya girêdayî Rêveberiya Xweser e.

Zeviyê Rimêlanê yek ji zeviyên Sûriyeyê yên herî girîng e ku sala 2011 ji di navbera 180 hezar heta 200 hezar bermîl rojane berhem dianî ku dikir derdora nîvê berhema Sûriyeyê wê çaxê.

Nûrhat Hesen

15/06/2026