ARTÊŞA TIRKIYEYÊ RÊ LI BER VEGERA GUNDIYAN DIGIRE
Endamê Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ragihand, Artêşa Tirkiyeyê li rê li ber vegera gundiyan girtiye.
Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got, “Artêşa Tirkiyê rê li ber vegera niştecihên 21 gundên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê girtiye.”
Kameran Osman da zanîn, di 10ê Hezîranê de, Îdareya herêmî yên navçeya Derkar û navçeya Batîfa yên Zaxoyê ji niştecihên gundên herêma Sindî û Gulî re ragihandine ku ew dikarin di 15ê Hezîranê de vegerin gundên xwe, ku şeş sal in ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine dagirkirin.
Her wiha Osman da diyarkirin ku îro sibe, xelkê gundên (Sinat, Êre, Heftanîn, Dereşîşê, Mêrgeşîşê, Ava Gizê, Bacwa) û gundên Geliyê Pisaxayê (Binexrê, Marsîs, Kelok) û 11 gundên din, ji bo serdana gundên xwe çûn. Dema ku ew digihîjin gundê Şeranîşê Serû, dibînin ku Artêşa Tirkiyê li ser rê xalek kontrolê daniye. Ew gundiyên ku vedigerin ji wesayîtên wan dadixin û ji wan re dibêjin, “Hûn nikarin vegerin gundên xwe.”
Di sala 2020an de, artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya Operasyona Pençeya Pilingê de Heftanîn û hemû gundên derdorê bi kûrahiya 9 kîlometreyan dagir kir. Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, gundiyên 1192 gundên Herêma Kurdistanê hêvî dikirin ku vegerin gundên xwe û bê tirs bijîn. Lê, destûr nehatiye dayîn ku gundî vegerin gundên xwe û ew koçber in.
15/06/2026