YASAYÊN JI BO PÊVAJOYÊ DÊ KENGÎ DERBIKEVIN?

Kanal8 5 DEMJIMÊR BERÊ

Medyaya Tirkiyeyê îdîa kir, pêşnûmeya yasaya ji bo pêvajoyê beriya ku parlamento bikeve betlaneyê dê were pêşkêşkirin lê biryara li ser yasayê dê piştî betlaneyê were gotûbêjkirin.

Rojnameya Cumhuriyetê îdîa kir, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de beriya ku Parlamentoya Tirkiyeyê bikeve betlaneyê dê pêşnûmeya yasaya ku hatiye amadekirin, were pêşkêşkirin lê biryar û gotûbêjên li ser yasayê dê piştî betlaneyê bê kirin.

Hat ragihandin DEM Partî û MHP dixwazin gavên yasayî demildest bên avêtin lê AK Partî zêdetir bi tedbîr nêzîk dibe. Heman çavkaniyê da zanîn berpirsên AK Partiyê ji bo gavên yasayî bên avêtin, li benda raporên MÎTê ne.

Her wiha rojnameyeke din a Tirkiyeyê Turkgunê jî îdîa kir ku betlaneya havînê ya Parlamentoyê dikare ji bo yek an du mehan were paşxistin, û got, “Di çarçoveya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku hatiye damezrandin de hin qanûn hene ku divê werin derxistin. Wekî din, dosyayên derbarê endamên CHPyê yên li Parlamentoyê de hene. Ev jî dikarin werin çareserkirin.”

Her wiha hat diyarkirin ku li aliyê desthilatdariyê nêrîna ku ‘divê neyê bilezkirin’ zêdetir derdikeve pêş û ji bo temamkirina xebatên komîsyonê jî divê li benda raporên ku ji qadê tên bê sekinandin.

Parlamentoya Tirkiyeyê her sal bi awayekî fermî di 1ê Tîrmehê de dikeve betlaneyê. Piştî qedandina betlaneya havînê, parlamento ji bo sala nû ya yasayî di 1ê Cotmehê de dest bi kar dike.

Kanal8

5 DEMJIMÊR BERÊ